KCD: Sedema şer û kaosa heyî, tecrîda li ser Ocalan e

KCD’ê destnîşan kir ku dewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya şer û kaosê û bang li saziyên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bi berpirsyarî tev bigerin.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi şer kaos û êrîşên xwe yên li dijî siyaseta demokratîk ve, bi tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel, xizankirin û kuştina jinan ve, mafên mirovan binpê dike.

KCD’ da zanîn ku sedema van hemû binpêkirinan, Tecrîda Îmraliyê ye û got:

“Li gorî me, sedema bingehîn a aloziya heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewamkirin e.

Fikir û pêşniyarên Brêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd sedema pêkanîna vê tecrîdê ye.

Berdewamkirina tecrîdê, rêbazên berdewamkirina vê kaosê ye.

Ger ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe wê, ev alozî were çareserkirin.”

KCD’ê bang li hêzên navdewletî û mafên mirovan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan, berpirsiyar tev bigerin.

Leave a Reply

Back to top button