Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmê şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî daketin qadan.
Bi navê malbatên şehîdan Eyşe Efendî axivî êrişên dewleta Tirk kir û bêdengiya Rûsyayê û hikumeta Şamê ya li dijj êrişan şermezar kir.
Bi hezaran şêniyên Eyn Îsayê li gel koçberên Girê Spî bi armanca şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji çerxereya Dîsîpilîna Leşkerî dest pê kir û heta çerxereya Şaredariya Gel dewam kir.
Piştî ku meş veguherî mêtingê, bi navê malbatên şehîdan Eyşe Efendî axivî û gefên dewleta Tirk yên li dijî herêmê her wiha bêdengiya Rusya û hikûmeta Şamê li dijî gef û êrişên dewleta tirk şermezar kir.
Eyşe Efendî teqez kir ku bi berxwedana gelê herêmê û hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê ew ê gef û êrişên dewleta Tirk pûç bikin.
Pişt re endamê Komîteya Çandê ya Girê Spî Fewaz El-Elî axivî û da zanîn ku bi berxwedana gelê herêmê ew ê rê nedin êrişên Tirkiyê.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD’ê û Şehîd Namirin” bi dawî bû.