Biden ji ber şerê li Ûkrayna Putin bi pêkanîna jenosîd tewambar kir

Waşîngton bi polîtîkayên xwe, Moskow ya li nava xaka Ûkrayna di rojên xwe yên zehmet de ye, sor dike.
Serokê DYA Biden ji ber kuştina sivîlên li Ûkrayna Putin tewambar kir û got:
Serokê Rûsya li Ûkrayna “jenosîd” kir.
Ev gotinên Biden dilê Ûkrayna xweş kiriye.
Serokomarê Ûkrayna Zelensky ji ber van gotinên Biden keyfxweşiya xwe anî ziman û pesnê Biden da.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden bûyerên li Ûkraynayê cara yekem weke jenosîd bi nav kir.

Joe Biden di serdana xwe ya eyaleta Iowa de got,

“Ez tiştên ku qewimîn wek jenosîd bi nav dikim, ji ber ku roj bi roj zelaltir xuya dike ku Putin hewl dide fikra Ûkraynabûyîn ji holê rake.”

Biden di bersiva pirsên rojnamevanan de diyar kir ku delîlên sûcê qirkirinê zêde bûne û ev tişt anî ziman:

“Rewş li gorî hefteya çûyî cuda xuya dike.

Bi rastî, derbarê rûsan li Ûkraynayê çi kirin de, delîlên bi rastî zêde derdikevin holê.”

Serokê Amerîkayê her wiha bal kişande ser wê yekê ku di encamê de wê ji aliyê hiqûqnasan ve biryar bê dayîn ka li ser asta navdewletî tawanên jenosîdê hatine kirin yan na.

Lê Biden diyar kir ku ew tawanên ku hatine kirin wek jenosîd dinirxînin.

Biden ê ji Partiya Demokrat her wiha got,

Amerîka û hevkarên wê her tiştî dikin da ku Putin çavkaniyên enerjiyê wekî çekek li dijî malbatên li Amerîka, Ewropa û deverên din bikar neyne.

Biden got putin “jenosîd” kiriye, zelensky keyfxweş kir

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji ber tiştên ku Rûsyayê li Ûkraynayê kirî bi eşkereyî wekî jenosîd binav kir pesnê Biden da.

Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got:

“Heke hûn dixwazin li hember xerabiyê berxwedêriyê nîşan bidin, girîng e ku merov navê çi qewimiye lê bike.”

Ji aliyê din ve rêveberiya DYA’yê heta niha di derbarê şerê Ûkraynayê de xwe ji gotina jenosîdê dûr xistiye.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA Jake Sullivan anî ziman ku piştî wêneyên sivîlên ku cenazeyên wan li kolanên bajarê Buça yê nêzî Kîevê hatin dîtin sûcên şer hatin kirin.

Lê Sullivan destnîşankirin ku wî dev ji bikaranîna têgeha jenosîdê berdaye.

Beşek endamên hikumeta Almanya dixwazin çekên giran bû Kîevê bên şandin

Li aliyê din hin endamên hikûmetê yên li Almanyayê israra xwe ya ji bo dayîna çekên giran bo Ûkraynayê zêde dikin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Aboriyê Robert Habeck ku di heman demê de ji şandina çekan ji bo welatên biyanî berpirsiyar e got;

Duh wezîra derve Annalena Baerbock ragihandibû ku divê çekên giran ji Ûkraynayê re bên şandin.

Back to top button