Hûsiyan rêya navbera herêmên Marîb û El-Cevf girt

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, operasyonên xwe yên li dijî hêzên hikumetê li bakur û rojhilatê paytext dewam dikin.

Di encama şerekî dijwar de Hûsiyan rêya navbera herêmên Marîb û El Cûf ên li bakur kontrol kirin.

Çavkaniyekî leşkerî ji AFP’ê re got, “Hûsî niha jî ber bi bakur û rojavayê paytexta wîlayeta El-Cûf Hazmê bi pêş ve diçin û dixwazin kontrol bikin.”

Piraniya wîlayeta El-Cûf di kontrola Hûsiyan de ye, lê belê navenda bajêr hîn di destê hikumetê de ye.

Di şerê 48 saetên dawî de tê gotin ku ji her du aliyan bi dehan kes mirine û birîndar bûne.

Lê belê bîlançoyeke zelal nehate dayin.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li Husiyan kir ku êrîşên xwe li ser herêmên Sûidiyê rawestînin.

Her weha pişt ku şer dest pê kir, Qraliyeta Yekbûyî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku bi rengekî lezgîn li hev kom bibe.

Tê payin ku Konse vê Sêşemê saet di 15:00 de li hev kom bibe.

Tê gotin wê pêşnûmebiryareke hevpar were qebûlkirin.

Back to top button