Dadgeha bilind a Belçîkayê: Biryara PKK ne rêxistinek terorîst e erêkir

Biryara doza PKK’ê ya dewleta Tirk a li Belçîkayê bûbû temîzê eşkere bû. Dadgeha Bilind biryara dadgehê jêr ya derbarê PKK’ê ya ne rêxistineke terorîstiye erê kir.

Sala Borî Dadgeha Bilind a Belçîkayê derbarê dozekî ku li dijî PKK’ê hatibû vekirin de biryar da ku PKK ne rêxistinek terorîst e.

Dozger û parêzerên dewleta Tirk li dijî biryara Dadgeha Belçîkayê derket û biryar biribû dadgeha temîzê.

28’ê Çile 2020’an Dadgeha Temîzê derbarê biryara Dadgeha Îstinafê de biryar da û diyarkir ku PKK ne rêxistinek ya terorêye û ne mimkûne ku di vê çarçoveyê de bê darizandin û ev biryar ji aliyê dadgeha temîzê ve hat erêkirin

Parêzerê aliyê Kurdan Jan Fermon:
Bi vê biryarê ve wê li Ewropayê ji bo PKK’ê deriyek nû vebe

Parêzerê alîyê Kurdan Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û got:

“Di biryara berî niha de hatibû ragihandin ku PKK ne rêxistineke ya terorîstî ye, hatibû hikûmkirin ku parçeyeke ya şerê navxweyî ye.”

Fermon daxuyakirin wê ev biryar di çarçoveya Ewropayê de bandorek erênî li çareseriya siyasî ya pirsa Kurd bike.
Biryara neterotîstbûna PKK’ê ya dadgehê di warê Ewrpayê de deriyek nû vedike.

Ev biryar nîşaneya lêhûrbûna Ewropayê ya çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Fermon dazanîn ku wê ev biryar bandorê li helwesta têkildarî lîsteya rêxistina terorê ya NY’yê jî bike ji ber ku ev biryar ne siyasî hiqûqî ye. Raste rast wê bandorê li hikûmetê neke, wê bandora xwe hebe.

Back to top button