Plana Trump a “Peymana Sedsalê” eşkere dike serokê Filistînê Ebas banga civîna awerte kir

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas banga civîna awarte ya ji bo lêkolînên sekinandina “Peymana Sedsalê” a Trump kir.

Îro Serokê Amerîka Donal Trump plana Amerîkayê ya aştiyê ku bi navê “Peymana Sedsalê” tê naskirin wê eşkere bike.

Hemwextî eşkerekirina peymanê Filistînî jî xwe ji bo xwepêşandanan amade dikin.

Çavkaniyên filistînî ragihand ku serokê filistînê Mehmûd Ebas bang li hemû komên Filistînê kir ku beşdarî civîna awarte bibin.

Di heman demê de komên Filistînê bi rêya daxuyaniyan plana aştiyê ya Amerîkayê red kir.

Filistîniyan diyar kir ku peymana sedsalê ya Amerîkayê nûnertî û dijminatiya Amerîkayê li ser gelê Filistînê dike û piştevaniya berbiçav ji bo dagirkirina Îsraîlê ji Filistînê re ye.

Li dijî peymanê tê payîn Filistînî hemwextî eşkerekirina planê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

Back to top button