Erdheja li Xarpêtê xebatên lêgerînê bi dawî bûn, hejmara qurbaniyan 41 kes e

Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, 24’ê Çile bi pileya 6.8 erdhejiya. Bîlançoya dawî ya erdhejê eşkere bû û xebatên lêgerînê jî bi dawî bûn. Li gorî bîlançoyê 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Hevseroka HDP’ê diyar kir ku AKP’ê alîkariya civakê ji mexdûran re kom kirî asteng kir. Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo mexdûran dest bi komkirina alîkariyê kir.

24’ê Çile li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Piştî derxistina cenazeyê dawî ji bin kavilan, xebatên lêgerînê bi dawî bû.

Li gorî bîlançoya dawî li bajarê Xarpêtê 37 û li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her weha hezar û 600 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran jî 86 kes li nexweşxaneyê tên derman kirin.

Erdheja li Xarpêtê
Pervîn Buldan: AKP’ê alîkariya civakê kom kirî asteng kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku AKP’ê nehişt alîkarî bigihêje kesên ji erdhejê zirar dîtine û got:

Wezîrê Karên Hundir alîkariya ji civakê hatî komkirin asteng kir.

Ev li ser navê mirovahiyê şerm e.

Bûldan destnîşan kir ku rabûna li ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê, parastina nirxên civakê û mirovahiyê ye.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan teqez kir ku ewê xebata piştevaniya civakî dewam bikin.

Erdheja li Xarpêtê
Heyva Sor a Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyê kir

Derbarê heman mijarê de Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyek da.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan dest bi kampaniya alîkariyê kiriye.

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistanî, dost û hemû welatparêzan kir ku bi berpirsyarsî nêzî kampaniyê bibin û erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin.

Bi rêya navnîşana li ser ekranan jî xêrxwaz dikarin alîkariyê bi mexdura re bikin.

“Armanc: Erdheja Xarpêtê

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12

53840 Troisdorf

Kreissparkasse Köln

IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Back to top button