Li gundê Hemam Turkman ê Girê Spî 2 çete hatin kuştin

Li gundê Hemam Turkman ê Girê Spî êriş li bendeke kontrolê ya çeteyên Ceyş El-Şerqiya hate kirin, di êrîşê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, îro saet di 14:20’an de kesên ne diyarî êrişî bendeke kontorlê ya çeteyên Ceyş El-Şerqiya ya li gundê Hemam Turkman ê navçeya Silûkê yê kantona Girê Spî kirin.

Hate diyarkirin ku 2 çete hatin kuştin, Ehmed El-Haşim ê ji Girê Spî û Hewaş El-Seîd ê ji Dêra Zorê.

Back to top button