Ferhad Resûl: Gerîla parastina xaka Kurdistanê dike

Nerazîbûnên li dijî bêhelwestiya Hikûmeta Başûr û Iraqê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Garê zêdetir dibin. Endamê(KNK) Ferhad Resûl, da zanîn ku Gerîla bi tenê li dijî zilm û dagirkeriya Tirk xaka Kurdistanê diparêze û banga destnîşankirina helwestan herdu hikumetan kir. Sê Parlementerên Iraqî jî bi daxuyaniyekê ji hikumeta Başûr û ya welatê xwe xwest ku rê li ber êrîşên dagirkirinê bigirin.

Têkildarî êrîşa vê dawiyê li ser herêma Garê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK daye destpêkirin, Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ferhad Resûl axivî û da zanîn ku dewleta Tirk xwedî planeke demdirêj e.

Resûl teqezî li ser armanca Tirkiyê ya tunekirina Kurdan kir û destnîşan kir ku îrojroj ji ber Gerîla parastina xaka Kurdistanê dike, wê weke behane ji xwe re nîşan dide.

Endamê KNK’ê Ferhad Resûl bang li Hikûmeta Başûr û Iraqê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide.

3 parlamenterên Iraqî bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina êrîşan kir

Her wiha 3 parlementerên Iraqê yên bi navê Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed Elî û Kawe Mihemed jî bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa Tirk şermezar kir.

Hersê parlamenteran îşaret bi vê êrîşa bejahî û asmanî kir û ew weke binpêkirina eşkere ya serweriya xaka Iraq û qanûnên navdewletî bi nav kir.

Parlamenterên Iraqî diyar kir ku pêwîst e hikûmeta welatê wan bi rêya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike û dawî li vê êrîşa ne rewa bîne.

Li gorî daxuyaniya wan, ji wan tê xwestin ku nûnertiya welatiyên Başûrê Kurdistan û Iraqê bikin.

Li ser vê yekê, hersê parlamenterên Iraqî da zanîn ku, wan 3 carî 50 îmzeyên parlementeran bi mebesta dawiya van êrîşan bînin, şandin palamena Iraqê, lê mixabin ji ber hesabên partiyetî, serokatiya parlemenê bersiv neda.

Back to top button