Şandeyek Îranê li Erebîstana Siûdî ye

Rêrveberiya Tehranê ragihand ku şandeyeke Îranê ji bo têkliyên dîplomnasî û vekirina konsolxaneyan serdana Erebîstana Siûdî kiriye.
Hemwextî vê şandeyek Siûdî jî li Îranê ye.

Tehran û Riyad êdî dixwazin aloziya navxweyî kêm bikin û têkliyên dîplomasî geş bikin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kenanî li serdana şandeya Tehran bo Erebîstana Siûdî daxuyaniyek nivîskî da.

Kenanî got,

“Ji bo jinûve destpêkirina peywendiyên fermî yên Îran û Erebîstana Siûdî û xebatên nûnerên dîplomatîk, siyasî û konsolosî, gavek hat avêtin. Şanda Îranê ya ku îro çû Riyadê, ji aliyê rayedarên Erebistana Siûdî ve hat pêşwazîkirin. ”

Kenanî bal kişand ser wê yekê ku şandeya navborî wê li ser vegerandina balyozxane, konsolosxane û nûneratiya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Riyad û Ceddeyê bixebite û ev tişt anî ziman:

“Tê plankirin ku Balyozxaneya Îranê ya li Riyadê beriya merasîma hecê ya îsal were vekirin.”

Kenanî diyar kir ku şanda Erebistana Siûdî ku roja şemiyê hat Tehranê wê sibê jî serdana bajarê Meşhedê.

Têkliyên dîplomasî yên navbera Riyad-Tahranê

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan roja 6’ê Nîsanê li paytexta Çîn Pekînê civiyan.

Wezîran di civînê de, li ser vekirina balyozxane, vegerandina geştên asmanî yên di navbera her du welatan û hêsankariyê vîzeyê de li hev kirin.

Ev hevdîtina fermî piştî aloziya 7 salan ya navbera herdu welatan de pêk hatibû.

Di civînê de wezîran ragihandin ku wan li ser berfirehkirina hevkariyên xwe di hemû waran de li hev kirine.

Back to top button