Bi boneya cejna Karkeran a Cîhanê, Komîteya Kedkaran a herêma Firatê serdana xebatkarên saziyên herêmê kir.
Serdana endamên Komîteya Kedkaran ji aşxaneya sereke ya bajarê Kobanê destpê kir û li gelek saziyên din ên herêmê dewam kir.
Komîteyê di serdanê de daxuyaniyek da û cejin li tevahî xebatkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê û cîhanê pîroz kir.
Komîteyê diyar kir ku Yekitiya Kedkarên herêma Firatê ji bo parastina destkeftî û berjewendiyên kedkaran dixebite.
Piştrre komîteyê 430 kartên ku pere tê de ne diyarî xebatkaran kir.