Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî buhayê batozan ango derasan ji bo mewsimê îsal diyar kir.
Piştî civînekî berfereh a Desteya Aborî û Çandiyê a bakur û rojhilatê Sûrî, ya herêma Cizîrê, Yekîtiya Cotkaran, Rêveberiya giştî ya şirketa pêşxistina çandiniyê û gelek aliyên din yên têkildar buhayê batozan ango deresan hat diyarkirin.
Derbarê mijarê de Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî biryarnameya bi jimara 376 belav kir.
Li gorî biryarnameyê:
CEHÊ BEJÎ
Bê ka, 2 hezar L.S
Tevî kayê, 2 hezar 500 L. S
Yanî Rêjeya derasê ji sedî 10 bê ka û ji sedî 11 tevî kayê .
CEHÊ AVÎ
Bê ka, 3 hezar L.S
Tevî kayê, 3 hezar û 500 L.S
Yanî Rêjeya derasê ji sedî 11 bê ka û ji sedî 12 tevî kayê .
GENIMÊ BEJÎ:
Bê ka, 3 hezar L.S
Tevî kayê, 3 hezar û 500 L.S
Yanî Rêjeya derasê ji sedî 7 bê ka û ji sedî 8 tevî kayê .
GENIMÊ AVÎ
Bê ka, 3500 L.S
Tevî kayê, 4 hezr û 500 L.S
Yanî Rêjeya derasê ji sedî 8 bê ka û ji sedî 9 tevî kayê .
Rêveberiya Xweser diyar kir ku eger ka di kîsan de were dagirtin 200 L.S ji bo her donimekî tê zêdekirin.