YNK: Bi xebata 44 salan kongreya xwe ya 4. lidar dixe

Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan YNK’ê ku berî 44 salan hatibû damezrandin, îro 4. Kongreya xwe lidar dixe.
Piştî wefata Mam Celal Talebanî ev kongreya yekemîn e.
Heta niha ti kes xwe ji bo sekreteriya giştî ya YNK pêşniyar nekiriye.

Yekîtiya Nişmaniya Kurdistan (YNK) 1’ê Hezîrana 1975’an li paytexta Berlîn ya Almanya hate avakirin.
YNK ji rêxistinên wek Komaleya Rêncderan ya bi serpereştiya Noşîrwan Mistife, Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê ya biserpereştiya Celal Talebanî û Rewşenbîrên Kurdistan pêk tê.

Di yekem kongreya Yekîtiyê de Celal Talebanî wek sekreterê giştî hat hilbijartin.
Tevî Mam Celal di avakirina YNK’ê de kesayatên wek Noşîrvan Mistefa, Îbrahîm Ehmet, Fuat Masûm, Adil Murad, Kemal Fuat û Abdulrezaq Feyli rolek girîng leyîstin.
Piştî avakirinê YNK’a bi serkêşiya Mam Celal xebatê xwe yên li Ewropa derbasî paytexta Sûriyê Şamê kir.
Ev xebatên li Şamê hatin despêkirin, heta 1992’an ji bo YNK’ê weke navendek bingehîn bû.

Wek partiyên kurdî yên din ku di sedsala 20’an de hatîn damezirandin, YNK jî piştî damezrandina xwe li Başûrê Kurdistanê 1’ê Hezîrana 1976 dest bi xebatên leşkerî kir.
Pêşmergeyên li Lubnan perwerde kiribûn, derbasî başûrê Kurdîstanê kirin.
YNK’ê di têkoşîna xwe ya Kurdistanê de zêdetirî 20 hezar şehîd da.
YNK’ê di têkoşîna xwe de, bi taybetî jî di tifaqa bi PDK’ê a li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê de rastî gelek nakokiyên navxweyî hat.

Ji ber vê yekê, yek ji damezrênerê YNK’ê Newşirvan Mistefa û gelek endam ji YNKê veqetiyan û Tevgera Goran avakirin.
YNK ji demezrandina xwe heta niha 3 kongre lidar xistiye.
Kongreya dawî di sala 2010’an de hat lidarxistin.
Bi taybet piştî koça dawî ya Mam Celal Talebanî di nava YNK’ê de nakokiyên mezin derketin.
Ji ber nakokiyan heta niha 4 caran dema kongreyê hat paşvexistin.
Ev kongre ji bo Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê weke despêka qonaxeke nû tê pênasekirin.
Ya balkêş jî ew e ku heta niha ji bo sekreterê YNK’ê ti namzet ne hatine diyarkirin.
Dilxwazên YNK’ê jî bi bendewariyeke mezin li benda bidawîbûna vê kongreyê û encamên wê ye.

Leave a Reply

Back to top button