Operasyonên li dijî rojnamevanên Kurd û Çapemeniya Azad

Duh li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê 11 rojnamegerên Kurd bi serdegirtina malan û navnedan de hatin binçavkirin. Rêxistinên rojnamevanan, binçavkirina rojnamegeran li Amedê protesto kirin. Rêxistinan xwestin hevpîşeyên wan demildest bên berdan û bang li xebatkarên çapemeniyê û rayagiştî ya demokratîk kirin ku bi hev re êrişên faşîzmê têk bibin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê a Tirk de duh li 9 bajaran li dijî nûçegihanan operasyona binçavkirinê hat lidarxistin.

Di encama operasyona serdegirtina malan de 11 rojnameger hatin binçavkirin.

Rêxistinên rojnamevanan girtina 11 hempîşeyên xwe li Amedê protesto kirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî mijarê li pêşiya avahiya DFG’ê daxuyaniyek da.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî di nav de bi dehan sazî, rexistin û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi kurdî berdevka MKGP’yê Roza Metîna, ya tirkî jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû xwend.

“Êrişa li dijî Çapemaniya Kurd tê wateya veşartina rastiyê”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser operasyonên li dijî rojnamevanên Kurd yên di demên dawî de û hat diyar kirin operasyona li dijî Çapemeniya Kurd hate kirin tê wateya bêdengkirina rojnameger û veşartina rastiyê.

“Wê kes nikaribe pênûsa heqîqetê bişikîne”

Di dewam daxuyaniyê de hat diyar kirin wê kes nikaribe pênûsa heqîqetê bişikîne û wiha hat gotin:

“Hûn ê nikaribin Çapemeniya Azad a ku we di salên 1990’î de bi bombe û qetlîaman bêdeng nekir, bi operasyonên bi vî rengî yên sextekar bêdeng bikin! ”

Di dawî de, bang li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî hate kirin ku hemû bi hev re bi hevgirtin û têkoşîneke mezin li dijî kirinên desthilata Tirk têkoşînê mezin bikin.

Back to top button