Desteya Serokatiya Parlamentoya herêmê û serokên fraksiyonan civiyan.
Di civînê de serok, cîgir û biryarderên lijneyên parlamentoyê li partiyan de hatin parvekirin.
Tevî ku YNK tevlî civînê nebû jî lê para wê hate veqetandin.
Îro Desteya Serokatiya Parlamentoya herêma Kurdistan û serokên komên partiyên li parlamentoya Herêma Kurdistanê civiyan.
Di civînê de bêyî YNK serok, cîgir û biryarderên lijneyan li ser partiyan hatin parvekirin.
Li gorî vê PDK û Partiya Partiya Sosyalîs bûn xwediyê 19 wezîfeyann.
Ji vane 7 bûn serokên lijneyan, 7 cîgir û 5 jî biryarderên lijneyê. YNK jî xwediyê 8 parane.
Ji vane jî 3 serokên lijneyê, 3 cîgir û 2 jî biryarderin.
Tevgera Goran jî 5 girtiye. Ji vê 2 serokên lijneyê, 2 cîgir û yek jî biryarder.
Herwiha Nifşê Nû û Komeleya Îslamî bûn xwediyê 3 wezîfeyan.
Yekgirtû ya Îslamî serokatiya ti lijneyekê ne girt.
Ji bilî wê Tirkmenan jî 2 biryarder û 1 jî serokê lijneyê bi destxistin. Hizba Şuî tiştek bi destnexist.