Enwer El-Mişrif: Erdogan serokê rêxistina navneteweyî yê Îxwan El-Muslimîn e

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Enwer El-Mişrif, Erdogan weke serokê rêxistina navneteweyî yê Îxwan Musilmîn bi nav kir.
El-Mişrif destnîşan kir ku aloziya li Lîbyayê bandorê li Misrê dike.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Dr. Enwer El-Mişrif destwerdana dewleta Tirk a dagirker a li Lîbyayê û şandina çeteyên Sûriyê ji ANHA’yê re nirxand.

Enwer El-Mişrif diyar kir ku Erdogan çeteyên xwe yên bi fermana wî şer dikin şandine Lîbyayê, ji ber ku Erdogan serokê rêxistina navneteweyî ya Îxwan El-Muslimîn a terorîst e.

ENWER EL-MIŞRIF:
ERDOGAN HEWL DIDE KU ÎXWANÊN LI LÎBAYAYÊ RIZGAR BIKE

El-Mişrif destnîşan kir ku ji ber hikumeta Îxwan li Lîbyayê li hemberî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bin dikeve, Erdogan hewl dide hikumeta El-Sîrac a Îxwanî û Îxwanên li Lîbyayê rizgar bike.

El-Mişrif got,”Çete dibînin ku ne welat, ne jî sînorê îslamê heye û hemû dewletên ku endamên rêxistinê lê hebin, ên wan in û dixwazin kontrol bikin.”

ENWER EL-MIŞRIF:
KOMÊN RADÎKAL ÊN LI SER SÎNORÊ MISRÊ METIRSIYAN ÇÊDIKE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku aramî û çareseriya li Lîbyayê û kontrolkirina artêşa Lîbyayê ya xaka Lîbyayê li gorî berjewendiyên Misrê ye jî û wiha anî ziman:

“Misr rastî xerabiyên rêxistinên terorîst û teqînan ji aliyê çeteyên terorîst hat. Hebûna van komên radîkal li ser sînorê rojavayê Misrê ku bi Libyayê re girêdayî hev in metirsiyan çêdike. Eger li Lîbyayê alozî çêbibe, wê bandorê li xebatên avakirinê li Misrê bike.”

Leave a Reply

Back to top button