QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên xwe eşkere kirin ku li Eyn Îsayê şehîd bûne û soza tolhildana wan da
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku li Eyn Îsayê şehîd bûne, eşkere kir û got:
“Em sersaxiyê ji xwe, malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû cûreyên çekan û balafiran didomîne.
Li hember wan êrişan jî, şervanên me berxwedaneke dîrokî didin meşandin û bi qehremanî êrişên dagirkerî û çeteyan têk dibin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ne:
- Navê şoreşgerî: Firat
- Navê û paşnav: Îbrahîm Silêman Mihêmid
- Navê dayikê: Ferce
- Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1997’an
- Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 9’ê Cotmeha 2022’an de
- Navê şoreşgerî: Kendal
- Navê û paşnav: Hisên Cîhad Hisên
- Navê dayikê: Sewra
- Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Kesra 2002’an
- Cih û dîroka şehadetê : Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de
- Navê şoreşgerî: Êriş Hemdûş
- Navê û paşnav: Hemed Elî Beşar
- Navê dayikê: Emîne Hesûn
- Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Henkûş 2000
- Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 9’ê Cotmeha 2022’an de
- Navê şoreşgerî: Cewad
- Navê û paşnav: Mihemed Salim El Hezal
- Navê dayikê: Asriye
- Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Kesra 2004’an
- Cih û dîroka şehadetê : Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de
- Navê şoreşgerî: Mesûd
- Navê û paşnav: Hîlal Mihemed El Mihemed
- Navê dayikê: Fatim
- Cih û dîroka jidayikbûnê: Eyn Îsa 2002’an
- Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de