Wezîrê Karê Derve yê Siûdiyê: Guftugoya bi Îranê re di qonaxa destpêkê deye

Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê ragihand ku wana bi Îranê re dest bi nîqaşan kiriye û hîn jî di qonaxa destpêkê de ne.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Feysel Bin Ferhand derbarê guftugoyên bi Îranê re ji ajansek Fransa re axivî.

Feysel got, hêvîdarin Îranî bizanin ku bi awayek erênî bi welatên xwe yê cîran re karkirin, di berjewendiya wan deye.

Ev karkirin jî wê bibe sedema ewlekarî û aramiyê.

Hêjayî gotinê ye Nîsana 2021’an serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi awayek veşartî balkêşa bû ser destpêkirina hevdîtinên Siudî û Îranê.

Li gorî agahiyên belav bibûn, yekem civîna her dû aliyan jî li Bexdayê pêkhatibû.

Back to top button