Dagirkeran gundê Şera,Şêrawa ,navçeya Til Rifet û Til Temir topbaran kir

Wek her rojê dewleta Tirk duh jî herêm da ber topan.
Dewleta Tirk gundên Şera ,Şêrawa ,Navçeya Til Rifet û Til Temirê topbaran kir.

Dewleta Tirk dawiya şevê gundê Şewarxa û Kela Şewarxa yên Şera yê topbaran kir.

Her wiha navçeya Til Rifetê jî bû hedefa êrişan.

Beriya wê jî Dewleta Tirk gundê Meyase yê Şêrawa topbaran kir.

Nêzî 30 top li herêmê ketin.

Heman dagirkerî 2 gund li rojavayê Til Temirê jî topbaran kirin.

Taybet gundên Til Cuma û Til Kêfcî bû armanca êrişên Tirkiyê.

Back to top button