2 Çeteyên DAIŞ’ê: Li Tirkiyê mêvanxaneyên me hene û birîndarên me tên dermankirin

Hêzên Asayîşê mikûrhatinê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku di operayona mirovî û ewlehiyê de li kampa holê girtibûn parvekir.Ev 2 çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Iraqêne diyar kirin ku Tirkiye ji bo wan dergeheke ewleye, gelek birîndarê DAIŞ’ê li Tirkiyê tên dermankirin û mêvanxaneyên DAIŞ’ê li Tirkiyê hene.

Di operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku li kampa holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome de careke din hevkariya DAIŞ û Tirkiye derket holê.

Hêzên Ewlehiyê li Kampê 29’ê Tebaxê ango roja 5’an a operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ`ê yên ji Iraqê bi navên Abdullah Ehmed Abdullah û Mehmûd Mixlif Talib Şaban girtin.

Çete Şaban di sala 2014’an tevlî DAIŞ’ê dibe, li Sûrî li gelek şeran de cih digre, bi jineke Alman a DAIŞ’î re dizewice, piştî ku birîndar dibe dixwaze biçe Tirkî.

Çete Şaban wiha behsa hewldana xwe ya çûyîna Tirkiyê dike:

“Tirkiyê ji bo me û Cebhet El Nusra dergeheke ku bi nasnameyên cuda dihewîne ye.

Piraniya birîndarên DAIŞ`ê li Tirkiyê têne dermankirin.

Mêvanxaneyên taybet lê hene.

Ji bo dermankirina birîndaran, gelek pere tê dayîn.

Ji bo wê jî min xwest ez jî biçim lê nebû.”

Çeteyê DAIŞ’ê piştî ku nekarî biçe Tirkiyê, di qacaxiya mihacîrat de kar kir, têkildarî wê yekê jî got:

“Min di qacaxiya mihacîrat de kar kir.

Min 3 qacaxçî nas kir; Ebû Asim, Ebû Ebdullah û Ebû Hewas ku min bi rêxistineke tirkî bi navê Yahama da naskirin.

Kesek bi navê Ebû Hemze El Turkî ew rêxistin bi rêve dibir ku berpirsê derxistina mihacîrat ber bi herêmên dagirkirî ve ye.”

Çeteyê bi navê Abdullah Ehmed Abdullah jî ku di sala 2014’an de li bajarê Feluca yê Iraqê tevlî DAIŞ’ê bûye..

Di gelek şerên li Iraq û Sûrî de cih digre û di encam de destê wî qut dibe.

Çete Abdullah dibêje:

“Piştî destê min qutbû, ez çûm herêma Hesîba ya Iraqê. lê artêşa Iraqê li wir pêş ket,operasyon pêk anî, ez vegeriyam Sûrî û di kampa holê de min xwe bi cih kir.”

Lê çeteyê DAIŞ’ê di 29`ê Tebaxê de di Pêngava Ewlehî û Mirovî de hat girtin.

Back to top button