Koma Saz û Awaz stranên şoreşgerî pêşkêş dike.
Endamên komê diyar dikin ku bi stranên xwe li dijî şerê taybet û bandorên wê yên li ser ciwanan dibin bendek.
Koma Saz û Awaz di 2021′an de li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Qidûrbeg a Qamişlo hate damezirandin.
Kom ji 12 ciwanên heman taxê pêk tên.
Berhemên xwe di Newroz, mîhrîcan û boneyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşkêş dikin.
Komê heta niha 35 stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirine.
Endama Koma Saz û Awaz Nûpelda Hisên got armanc ji damezirandina komê parastina çanda civakê ye.
Nûpelda wiha axivî: “Dijmin bi rêya şerê taybet hewl didin mêjiyê ciwan kontrol bikin û wan ji çanda wan bi dûr bixin.
Ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Qiûrbegê Ridwan Dêrikî jî li ser mijarê got: “Endamên komê di salên şoreşê de kom bûn û şahidên berxwedan û serkeftinên van salan bûn.”
Dêrikî wiha dawî li gotina xwe anî: “Rêber Apo dibêje ′Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin.′