Bavê Jîna Emînî ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

Hemwextê salvegera Yekemîn a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî şehîdbûna jina Kurd Jîna Emînî hate destpê kirin bavê Jîna Emînî ji aliyê polîsên rejîma îranê ve hate binçavkirin.

Li ser şehîdxistina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirin Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbaz dibe.

Di salvegera yekem a Serhildanê de, bavê Jîna Emînî Emced Emînî, piştî ji mala xwe derket, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yê rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.

Hêjaye bi bîrxistinê ku di xwepêşandana de encama gef, êriş, zext û gulebaranên hêzên rejîma Îranê de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan,

Bi hezaran kes jî hatin girtin û birîndarbûn.

Her wiha 7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê dan xuyakirin ku ji bo piştgirîkiriya salvegera serhildanê bi gotina “Baweriya me heye ku heta serkeftinê têkoşînê bidomînin” dest bi greva biçîbûnê kirin.

Salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî”

Back to top button