Li Bolîvya lîderê Mixalîfê Comacho bi îdiaya darbeyê hate binçavkirin.
Li Bolîvyayê lîderê muxalefetê Luis Fernando Camacho bi sûcdariya hewldana derbeyê hat binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ragihand ku ev binçavkirin bi rûxandina seroka dewleta sosyalîst Eva Morales a sala 2019’an ve girêdayî ye.
Di fermana girtinê ya Cotmehê de hat dayîn sûcên terorê jî hebûn.
Siyasetmedarê rastgir 43’salî Camacho di hilbijartinên Serokomariyê yên 2020’an de ji hevrikê xwe yê sosyalîst, Luis Arce, ku di serdema Morales de wezîrê aboriyê bû, winda kir.
Camacho waliyê Santa Cruz e ya, herêma çandiniyê ya dewlemend a welêt.
Camacho di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da sûcên li dijî xwe red kir û diyar kir ku ew “bi awayekî hovane” ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û got;
“Ez bi rola ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Bolîvyayê de lîstiye serbilind e.”
Morales: Ez hêvî dikim edalet pêk were
Serokomarê berê Evo Morales jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hêvî dike bi binçavkirina Camacho re edalet pêk were û got,
“Axir piştî sê salan Camacho dê berdêla darbeyê bide.”
Morales bi sextekariya hilbijartinê hat sûcdarkirin û piştî 14 salan ji wezîfeyê hat girtin.
Piştî ku van sûcdariyên xwenîşandanên girseyî pêk anîn, neçar ma îstifa bike.
Comacho bi cezayê 15-20 salan dikare bê girtin
Camacho bû duyemîn siyasetmedarê herî payebilind ê ku ji ber hilweşandina Morales hat binçavkirin.
Seroka berê Jeanine Anezde ku di dema veguhêz de piştî ku Morales ji kar hat avêtin, ew post girtibû, par hatibû girtin.
Anez ji ber organîzekirina hewla derbeyê sûcdar hat dîtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Parêzerê destûra bingehîn Israel Quino ji televîzyona dewletê re got;
Camacho dikare ji 15 heta 20 salan cezayê girtîgehê lê were birîn.
Ji Amerîka û NY hişyarî
Piştî rewşa aloz ya li welat ji NY û Amerîka daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de ji her kesê hate xwestin ku ji tundiyê dur bikevin.



