Gantz: Dibe navbera 2-3 salan de em êrişî Îranê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Gantz anî ziman ku di navbera 2-3 salan de ew ê êrişî navendên nukleerî yên Îranê bikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz duh Çarşemê cara yekemîn dema êrişa li dijî Îranê eşkere kir.

Gantz got;

Îsraîl dikare di nava du-sê salan de êrîşekê li ser navendên nukleerî yên Îranê pêk bîne.

Her ku hewildanên navneteweyî ji bo zindîkirina peymana nukleerî ya 2015 kêm dibin, Îran hewildanên xwe yên ji bo zengînkirina uranyumê zêde dike.

Pispor dibêjin ku Îran di demeke nêzîk de dikare asta xwe ya dewlemendkirina bigihîne asta pêwist.

Lêbelê, tê destnîşan kirin ku ji bo vê yekê weke çek bikar anîn jî sal jêre pêwist dikin.

Heman pêşbînî vê mehê ji aliyê generalekî îstîxbarata Îsraîlî ve hat dubarekirin.

Gantz di dema merasîma derçûyên Hêza Hewayî de got:

“Di nav 2 an 3 salan de, hûn dikarin bi beşdarbûna di êrîşek li ser navendên nukleerî yên Îranê yên li esmanê rojhilat bigerin.”

Bêtirî 10 sal in Îsraîl gefên nepenî dike ku êrîşî navendên atomî yên Îranê bike.

Lêbelê, hin pispor guman dikin ku Îsraîl bi têra xwe hêza leşkerî nîne ku bikare êrişeke wiha li dijî herêmên dur yên Îranê bike ku bo demeke dirêj ziyanê bigihîne wan.

Pêşbîniyên îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ji bo sala 2023’an nîşan didin ku Îran niha di warê nukleerî de ‘taktîka pêşveçûna hêdî’ dişopîne.

Îsraîl ne înkar dike û ne jî piştrast dike ku çekên wê yên nukleerî hene.

Pispor bawer dikin ku Îsraîl xwediyê van çekan bû û bombeya xwe ya yekem di dawiya sala 1996an de bi dest xistiye.

Back to top button