“Tirkiye zêdetirî 22 hezar binpêkirin li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê kiriye”

Êriş û binpêkirinê dewleta tirkiyê a dagirker tenê bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sînordar nîne.
Endamê Lijneya Parastinê a Iraqê Elî Nîme ragihand ku dewleta Tirkiye zêdetirî 22 hezar binpêkirin li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê kiriye

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê yê li Parlamentoya Iraqê Elî Nime derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ji medya navxweyî ya Iraqê re axivî.

Elî Nime diyar kir binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne rawestiyane û got:

“Dewleta Tirk ji sala 1987’an ve zêdetirî 22 hezar binpêkirin li ser xaka Iraq û Herêma Başûr kiriye.”

Elî Nîme bi bîr xist dewleta Tirkiyê zêdetirî 300 kêlometre ketiye nav xaka Iraqê û wiha got:

Iraqê zêdetirî 16 hezar daxwazname dijî Tirkiyê pêşkêşî civaka navnetewî kiriye.

Lê heya niha Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bersiv nedaye.

Hikumeta Iraqê nikare bersiva êrişan bide, lê herî kêm dikare aboriyê bikarbîne.”

Endamê Lijneya Parastinê da zanîn tevî ku wan gelek caran derbarê binpêkirinan de hişyarî dane, ev yek heta niha jî dewam dikin.

Back to top button