“Dewleta Tirk a Qirker li dijî herêmê dest bi şerekî topyekûn kiriye.”
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bi vê gotinê êrişa dewleta Tirk a li ser herêmê pênase kir.
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed jî got: Divê gelê me jî li dijî şerê qirkirinê sefeber bibe.”
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk ‘PYD’ê Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê axivî.
Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê herêmê îlan kiriye û got:
“Dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.
Foza Yûsif: Em berxwedana topyekûn îlan dikin
Foza Yûsif banga hevgirtinê li dijî êrişan kir û ev tişt anî ziman:
“Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin.
Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe.
Divê em sazî û rêveberên xwe biparêzin.
Divê em di rewşa seferberiyê de bin.
Îro roja berxwedan û rûmetê ye.
Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta Tirk a faşîst seferber bibin.”
Rûken Ehmed: Divê refên berxwedanê bên xurtkirin
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed jî nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê da û got:
“Divê em di berxwedanê de israr bikin û xwedî li azadî û xaka xwe derbikevin.”
Rûken Ehmed diyarkir ku aramnc ji van êrişan gel ji herêmê koçberkirine û ev bang li gel kir:
Divê em li dijî êrîşan li qadan bin û bi hêrsa xwe êrîşên dewleta Tirk pûç bikin.
Lê em divê em ji bo jiyana xwe li ser xaka xwe, di berxwedanê de israr bikin û xwedî li azadî û xaka xwe derkevin.”