Sirbistan: Wê bendên dibe sedema aloziyê bên rakirin

Serokomarê Sirbisanê Vucic ragihand ku ew ê bendên di nava demên dawiyê de bûne sedema aloziya bi Kosovayê re werin rakirin.

Di navbera Sirbistan û Kosovayê de rojên aloz derbas dibe.

Li nava sînorê bakurê Kosova, bend hatine danîn û rêveberiya welat nayê pejirandin.

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic li Baregeha Raska ya li nêzî sînorê Sirbîstan û Kosovayê bi Sirbên Kosovayê re civiya.

Aleksandar Vucic piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.

Vucic, anî ziman ku şevek pir dijwar derbas bû û wiha got:

“Min ji Sirbên Kosovayê xwest ku bendan rakin.

Min xwest aştî û aramî dewam bike.

Min guh da her kesî.

Ez bawer dikim ku sozên ku hatine dayîn wê bi cih werin.”

Vucic diyar kir ku di nav Sirbên Kosovayê de bêewlehiyê dewam dike û ev tişt anî ziman:

“Ev ne karekî ku di 2 saetan de biqede.

Dibe 24, belkî 48 saetan bidome, lê dê bend bên rakirin.”

Vucic têkildarî egeriya piştî rakirina bendan û binçavkirina Sirban jî wiha got:

“Di rewşekî wiha de, wê bendên ku bêne danîn careke din neyên rakirin.

Ji Amerîka û YE banga hişyariyê

Ji aliyê din ve piştî binçavkirina polîsê berê yê Sirbî Dejan Pantic bûye sedema aloziya navbera herdu welatan, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Rêveberê Ofîsa Kosovayê ya Hikûmeta Sirbistanê Petar Petkovîç piştî daxuyaniya YE û DYAyê bi Vucic ra hat ba hev û diyar kir ku wan ji bo bicihanîna daxwazên Sirbên Kosovayê garantî ji Bruksel û Washingtonê wergirtine.

Di daxuyaniya hevpar ya YE û Amerîkayê de bang li aliyan hatibû kirin ku bê şert û merc yekser bû aramkirina rewşa herêmê bikevin tevgerê.

Back to top button