Hêzên Îranê li pêşberî merasîman dibin asteng

Hêzên Îranê ji bo merasîmên bîranînê veneguherin xwepêşandanan, zextê li ser gel dike.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” mora xwe li salê xist.

Sal di rojên xwe yên dawiyê de ne.

Lê daxwazên xwepêşandêrên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her zindî ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî jina Kurd Jîna Emînî 16’ê Îlonê ji ber êşkenceya ‘Polîsên exlaqî’ jiyana xwe ji dest da, xwepêşandan û çalakiyan destpê kir.

Di çalakî û xwepêşandan de ji ber êrişên hêzên Îranê 476 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.

Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî bi bîranîna şehîdên serhildanê nerazîbûnên xwe dewam dikin.

Li gel zext û astengiyan jî ji bo aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin kuştin, li bajarên Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li bajarê Bokanê, Şehriyar Mihemedî bi tevlîbûna gelek kesî di çileya şehîdbûna xwe de hate bibîranîn.

Di merasîmê de kevokên spî hatin firandin.

Li gundê Koste yê bajarê Bokan Mîlad Merûfî jî di çileya şehîdbûna xwe de bi tevlîbûna gelek kesî bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di ser gora wî dirûşme hate gotin.

Di merasîmê de dayika Mîlad axivî û got:

“Kurê min şehîdê rêya azadiyê ye.

Şehîdê Kurdistanê ye.

Serbilind im.”

Li Bokanê hêzên Îranê êrişî merasîma bîranîna Mîlad Merûfî kirin.

Herwiha Xefûr Mewlûd jî bi merasîmekê hate bîranîn.

Li bajarê Mihabad jî Mihemed Rehmanî li gundê Qalûzndan di çileya xwe de hate bibîranîn.

Di merasîmê de dirûşmên şoreşgerî hatin gotin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve herî kêm 476 kes hatine kuştin û cezayê darvekirinê li 100 kesan hatiye birîn.

Herwiha nêzî 19 hezar kes hatine bnçavkirin û girtin.

Ajansa Hirana: 507 Xwepêşandêr hatine kuştin

Li gorî bîlançoya Ajansa Nûçeyan a Hirana ya ji bo mafên mirovan, di serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, 507 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji van 69 zarok in.

Back to top button