Dw: Kurdên Sûrî ji Almanyayê dilgiran in

Saziya ragihandina Alman Deutsche Welle (Doçe Wêla) li sernavê yek ji fermandarên QSD’ê Newroz Ehmed ragihand ku hêzên Rojavayî di şerê li dijî DAIŞ’ê de ew bi tenê hiştinê.Bi taybet jî dilgiraniya li hemberî xemsariya Almanyayê anîye ziman.

QSD’ê bi salane di şerê li dijî DAIŞ’ê de û her wiha peydakirina aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi tenê hatiye hiştin.

Di vî warî de herî zêde welatên Rojavayî bi xemsarî tevdigerin.

Saziya Ragihandina Alman Deutsche Welle têkildarî mijarê daxuyaniya yek ji fermandarên QSD’ê Newroz Ehmed parve kiri.

Fermandara QSD’ê bi bîr dixe heta vê gavê hejmareke zêde ji DAIŞ’iyên biyanî li herêma wan girtî ne û wiha dibêje:

Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gelek welatan em bi tenê hiştine.

Bi taybet jî Almanya. Niha bi dehan welatiyên Elman ên DAIŞ’î girtîn e û Almanya ji bo wergirtina wan ti gavan navêje.

Ji ber vê helwestê barekî giran li ser milê QSD’ê hatiye hiştin.

Welatên Rojavayî îdîa dikin ku heta DAIŞ’î nekevin nava axa me wê ti xeteriya wan tine be.

Fermandara QSD’ê diyar kir ku DAIŞ’î ji xeteriya herêmî zêdetir, gefeke mezin e li ser aramî û ewlehiya tevahiya cîhanê ye û wiha dewam kir:

Almanya li herêma me desteka pêwîst ji bo tinekirina DAIŞ’ê nade. Bi taybet li hemberî zêdebûna êrişên dawî xemsar e.

Tevî ku QSD’ê û rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek caran bang li Almanya kirine da ku welatiyên xwe ên DAIŞ’î bigrin jî lê Berlîn bersiv nedaye van daxwaza,

Back to top button