Emerîka kuştina Suleymanî bi bendê 51 yê mîsaqê “NY” ve girê dide

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka nameyek ji NY re şand û ragihand ku ji mafê ye Qasim Suleymanî bikuje.

Nûnera Emerîka di NY de di nameyê de eşkere kir ku,” ev gav mafê parastina rewa ye”

Wê destnîşan kir “kuştina Suleymanî li gorî bendê 51 yê mîsaqê NY, pêk hatiye.”

Her wiha rayedarên Emerîkî ragihandin, Fermandarê Îranî plan dikir ku, êrîşan li dijî hêzên wan pêk bîne.

Serok Erkanê Emerîka teqez kir ku “Îranê dixwest leşkerên Emerîkî bikuje, lê ew hişyar bûn.”

Serokê Emerîka Donald Trump jî got ” wê cezayên giran li Îranê bibirin.”

Aloziya Emerîka Îran
Îranê bidawîbûna aloziyê ragihand

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Îran di NY de ragihand ku “hemû operasyonên wan guncav bûn û bi dawî hatin.”

Leave a Reply

Back to top button