2 moşekên Katyûşa li herêma kesk a Bexdayê ketin

Şevê din 2 moşekên Katyûşa li herêma kesk a li Bexdayê ketin.

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê tekez kir ku ev moşek li nêzî balyozxaneya Emerîkî ya li herêma kesk a li nîvê Bexdayê ketine, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Ji dema kuştina Qasim Suleymanî ve, ev sêyemîn êrîş e li dijî armancên Emerîkî li Iraqê.

Doh jî, Îranê bi dehan moşek avêtin du baregehên Emeîrkî li Iraqê.

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mark Esper jî eşkere kir ku “16 moşekên Îranê hatine avêtin, 12 ji wan aramncên xwe bi cih anîne”.

Leave a Reply

Back to top button