Wezareta hundir a Tûnisê: Hejmarek çekên Tirkî hatin desteserkirin

Wezareta hundir a Tûnisê ragihand ku hejmareke çekên Tirkî ku ji Lîbyayê derketibûn, hatin desteserkirin.

Serokatiya hikumetê jî ragihand, wan gelek pereyên biyanî jî di heman operasyonê de desteser kirin.

Li gorî hikumetê, ev çek û pere ji bo pêkanîna êrîşên terorîst li dijî hinek dezgehan hatibûn şandin.

Heya niha, hêzên ewlekariyê 5 kesên tiliya wan di vê qaçaxiyê de heye, girtin û hîn jî lêgerîn berdewam e.

Li gorî berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê, ev çek şandine da ji ser Tûnisê ve derbasî Libyayê bibin.

Leave a Reply

Back to top button