Rêxistina Mafên Mirovan: li Efrînê 200 zarok bûn qurbaniya êrîşên Tirkiyê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker yê li ser Efrînê de raporek weşand.
Rêxistinê ragihand ku li Efrînê zêdetirî 200 zarok bûne qurbanî û ev yek weke “Sûcên li dijî zarokan” bi nav kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê ve sûcên şer û binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên sûcên dagirkeriya dewleta Tirk ji wan 119 zarokên Efrînî şehîd bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku navê 32 zarokên ku ji ber topbaran û bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûne û 87 zarokên ku di van êrîşan de birîndar bûne belge kir.

Rêxistina Efûye got, “Jiber êrîşên dewleta Tirk jiyana bi hezaran zarokan di xetereyê de ye, ji komkujiyên ku pêk werin civaka navnetewî jî berpirsyar e.”

Leave a Reply

Back to top button