Li Mexmûrê, bi kelecanek mezin cejna Newrozê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Cejna Newrozê bi kelecanek mezin û pîrozbahiyek bi heybet hate pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Cejna Newrozê bi tevlîbûna bihezaran welatî û xwendevanan hate pîroz kirin.

Di şahiyê de ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Budak ve axaftin hate kirin.

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêber Ocalan, tevahî şervanên azadiyê û gelê Kurd ê azadîxwaz pîroz kir û got:

“Em dijmin bi agirê dilê xwe dişewitînin, dîrokek me ya Newrozê û dîrokek me ya berxwedanê heye.

Em îro li ser dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane’, dibêjin bexwedan wê me bibe serkeftinê û teslîmiyet wê bibe xiyanetê.”

Piştî axaftinê ji aliyê malbatên şehîdan ve agirê Newrozê hat pêxistin.

Piştre mêhyvanên ku ji derve hatîn peyamên xwe dan.

Li aliyek din komên dîlanê yên zarokên Mexmûrê jî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend derketin ser dikê û gel bi coşek mezin xelekên govendê gerandin.

Back to top button