Rûspiyên Dêra Zorê qutkrina avê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bikaranîna ava çemê Firatê wek çekekê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kirin.

Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a li bajarokê Ebû Hemam Sabit El-Hemede diyar kir ku ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê av qirêjî bûye û nayê vexwarin û ev yek gelek bandor li gelek aliyên Cîhanê kiriye û dike.

El-Hemede her wiha teqez kir ku ew aştîxwaz in û li aştiyê digerin, lê dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazan bi kar tîne da ku ewlehiya li herêmê û azadiya gelan têk bibe.

Rûspiyê eşîra El-Selman a li bajarokê Hecînê Selah El-Reşîd jî bang li welatên cîhanê, (NY) û Yekitiya Ereban kir ku destwerdanê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.

Back to top button