Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk bênavber demografiya Efrînê diguherîne

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku rêxistinên mêtingeriyê ku li Efrînê têne avakirin, ji aliyê dewletên Kendavê û Ewropayê ve têne fînansekirin û çeteyên gorên boz, Tirkmen û Ozbekî li eniyên şer tên bicihkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiya wê bê navber diguherînin.

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku rêxistinên mêtingeriyê ku li Efrînê têne avakirin, ji aliyê dewletên Kendavê û Ewropayê wê ve têne fînansekirin û got:

“Niyet dikirin ku li Ezaz û Efrînê yên dagikirî avahiyên mêtingeriyê ava bikin, ji ber ku zêdetirî 28 rêxistinên hiqûqî li dijî vê yekê derketin, ev proje betal bû, lê bi awayekî veşartî ji aliyê dewletên ewropî ve, bi taybet Almanya, proje pêk tê.”

Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker malbatên Tirkmen li seranserî xeta sînor ji navçeya Şera bigire heta navçeyên Bilbilê û Recoyê bi cih kir û derdora 500 malbatên filistînî ji kampên li gundewarên Şamê anîne herêmê.

Ibrahîm Şêxo: Çeteyên Tirkmen, gurên Boz û Ozbek li eniyên şer bi cih dikin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞê yên Uygur, Tirkmen û Ozbek li seranserî eniyên şer ên li navçeya Şêrawayê bi cih kirine.

Li gorî şêxo; Di qonaxa bê de dê çeteyên cîhadîst li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî werin bicihkirin, piraniya wan ji Idlibê ne.

Armanc jî ew e ku Efrînê ji herêmên din ên Sûriyê qut bikin û ji aliyê komên cihadîst ve yên di lîsteya terorê yên navneteweyî de ne, were dorpêçkirin.

Ibrahîm Şêxo: Ava bendava meydankî li ser Efrînê qut dikin û didin Ezazê ya dagirkirî

Di çarçoveya temamkirina guhertina demografiya herêmê de dewleta Tirk ava bendava Meydankî li ser Efrînê qut kir, Şêxo anî ziman beşa herî mezin a avê daye Ezazê, di encamê de para Efrînê ya ji avê kêm bûye.

Suhêl Walî: Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî fikirên tundrew belav dike

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî diyar kir ku dewleta Tirk materyalên bi zimanî tirkî derbasî dibistanan kiriye, siyasetên tirkkirinê dimeşîne û fikirên tundraw belav dike.

Walî hişyarî da ku ev yek derfetê dide dewleta Tirk da ku çîna ciwanan û xwendekaran li gorî îdeolojiya xwe ya neteweperest bi kar bîne.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku rê nedin ku dewleta Tirk van sûcên li dijî qanûnên navneteweyî pêk bîne.

Back to top button