Efxanistan..Di teqînek li mizgeftek li Kabûlê de 12 kes mirin-HAT NÛKIRIN

Di roja duyan a agirbestê ya di navbeyna hikûmeta Efgan û Talîbanan de, ku agirbest Cejna Remezanê hatibû danîn li paytextê li mizgeftekê teqîn çêbû. Bi kêmanî 12 kes mirin.

Li paytext Kabûlê li mizgeftekê teqîn çêbû.

Teqîn piştî nimêja înê çêbû.

Li gorî polîsan bi kêmanî 12 kes mirin û 15 jî birîndar bûn.

Amerîka leşkerên xwe yên li Kandaharê bi giştî paşde vekişand

Di roja duyan a agirbestê de ku ji bo cejna Remezanê hatibû kirin DYA’yê hemû hêzên xwe yên leşkerî ji baregeha hewayî ya Kandaharê kişandibû.

Tê payin DYA û hevalbendên wê heta 11’ê Îlonê hemû hêzên xwe ji Efganîstanê vekişînin.

Piştî vekişînê kêm kes dibêjin hêzên Efgan dikarin li dijî Talîbanan bisekinin.

Van heftiyên dawî şer giran bû.

Talîbanan roja Sêşemê navçeyeke li nêzî Qabûlê ya di dest hikûmetê de kire destê xwe.

Dorpêça Talîbanan a li dora navendên mezin her ku diçe zêde dibe.

Tê gotin Talîban ji bo operasyoneke mezin li hêviyê ku hêzên Amerîkî vekişin.

Back to top button