Tirkiyeya dagirker, êrîşên xwe didomîne û herî dawî êrîşî herêma Metînayê kir û hewl dide ku bikeve gundê Kêste û yên Êzdiyan .
Ajansa nûçeyan ANF’ê ragihand berî çed kêliyan şerkeî giran li Metînayê qewimî û gerîla jî derbên giran li dagirkeran dan.
Heya niha ti agahiyên berfireh di vê derbarê bi dest neketine.
KODAR: Divê ciwan li dijî dagirkeriyê tevlî gerîla bibin
Di çarçoveyê de, Komelegeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê “KODAR” bi daxuyaniyekê bang li Kurdan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin ser pêyan û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.
KODAR’ê her wiha bang li tevahî ciwanan jî kir ku tev li refên gerîla bibin.