Welatiyên Hewlêrê: PKK’ê erkê xwe yê exlaqî pêkanî

Welatiyên navçeya Rewandizê ya bajarê Hewlêrê diyar kir ku PKK’ê di rewşa ne baş ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, erkê xwe yê exlaqî, mirovî bicihanî, Lê dewleta Tirk êrişên xwe didomîne.

KCK’ê 10’ê sibatê bi daxuyaniyek ragihand ku ji ber erdehê wê çalakiyên leşkerî nekin.

Têkildarî mijarê Welatiyên başûr axivîn.

Welatiyê bi navê Amanc Bêxal dibêje :

“Ragihandina vê biryarê ji bo me xelkê Başûrê Kurdistanê cihê dilxweşiyê ye.

Lê ya nexweş, rejîma faşîst ya dewleta Tirk guh nade vê biryarê û rêzê nade.

Bê ku yasa û çandek berçavan bigre, dewleta Tirk êrişên xwe yên ser gelê Kurd dewam dike.”

Welatiyê bi navê Zîrek Rehman jî nêrînên xwe anî ziman û got:

“Piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, biryara KCK’ê ya ji bo rawestandina êrişan, helwestek başe.

Ev biryara rêzgirtin û hevxemiya ji bo mexdûrên erdhejê ye.

Lê mixabin dewleta Tirk guh nade biryarê û êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dike.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyanî da

Back to top button