Ciwan Mele Ibrahîm: Divê deriyên hundir û derve bên vekirin

Endamê şaneya aloziyê Ciwan Mele Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye alîkariyan ji hemî sûriyan re pêşkêş bike.
Ciwan bang li aliyan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekê, deriyên hundir û derve vekin.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk hîna mijara alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine, di siyasetê de bi kar tîne ..

Û hîn jî nahêle ku ev alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê.

Heserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şaneya aloziyê Ciwan Mele Îbrahîm derbarê vê yekê axivî..

Ciwan Mele Îbrahîm derbarê mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ber bi herêmên wêranbûyî ve nirxandin kir

Ciwan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê li bakur û rojavayê Sûriyê alîkariyên mirovî amade kirin û got:

“Piştî erdhejê bi rojekê, Rêveberiya Xweser karwanekî alîkariyan ber bi deriyê Um Cilûd ve şandin.

Tevî hemî hewldanan ji bo derbaskirina alîkariyan, lê karwanê alîkariyan 5 rojan li deriyê Um Cilûd ma ji ber ku aliyê din bersiv neda.

Dewleta Tirk û komên girêdayî wê jî, bersiva daxwaza Rêveberiya Xweser neda. ”

Li gorî Mele Îbrahîm tenê 53 kamyonên alîkariyan ên şêniyên herêmê pêşkêş kirine, bi rêya deriyê Um Cilûd derbas bûn..

Derdora 89 kamyon jî bi rêya deriyê Ewn Dadat derbas bûn.

Mele Îbrahîm bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser li pêşiya derbaskirina alîkariyan nabe kelem û got:

“Em sûrî ne, armanca me ya sereke ew e ku alîkariya xelkê xwe yê li Sûriyê bikin.”

Di dawiyê de Ciwan Mele Îbrahîm ev peyam da:

“Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî alîkariya mexdûran bikin.

Hemû deriyan vekir mîna deriyê Til Koçer û deriyên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hundirê Sûriyê de vekin.”

Back to top button