Ji ber dorpêçê şaredariya gel bi amûrên li gel wan avahiyan hildiweşînin

Hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçeke tangav ferz kiriye..
Ji ber wê Şaredariya Gel a herdû taxan bi amûrên li cem wan peyda dibe avahiyên bi hilweşîne re rû bi rû ne, hildiweşîne.

Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye avahiyên ku divê werin hilweşandin diyar kirin..

Şaredariya Gel ji bo hilweşandina avahiyan tîmek erkdar kir.

Ji ber ku dorpêç nahêle wesayîtên pêwîst derbasî her du taxan bibin..

Endamên tîmê neçar mane ku bi amûrên ku li cem wam peyda dibin avahiyan hilweşînin.

Karkerê Şaredariya Gel Hisên El Casim derbarê mijarê axivî û got:

Ji ber dorpêçê derfetên li ber destê wan kêm in û li gorî wan derfetan kar dikin.

Ji ber dorpêçê, wesayîtên mezin ên ji bo hilweşandina avahiyan pêwîst in derbasî her du taxan nabin.

Back to top button