Rêjeya tundî û kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. 18’ê Sibatê jî jina bi navê Şinyar Huner li taxa Kurdsat a Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewtandin.
Beriya niha gelek caran hevjînê Şinyar tundî lê kiribû.
Herî dawî jî dema razayî bû hevjînê wê niftê bi ser de dike û wê dişewîtîne.
Şinyar a 21 salî bedena wê ji sedî 85 şewitî bû.
Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê de dihat dermankirin.
Piştî 5 rojan ji dermankirin û hewldanên bijîşkan, vê sibehê Şinyar jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin wê cenazeyê wê ber bi goristana Seyîdsadiq ve bibin.
Şinyar dayîka 2 zarokan bû.
Parêzerê Şinyar, Awdêr Elî derbarê mijarê de got; “Şinyar jiyana xwe ji dest da, ji bo dosyayê tedîbîrên pêwîst hatine girtin.
Sucdar hatiye binçavkirin, lêkolîn dewam dike.
Axaftinên dawî yên Şinyar jî hemû hatine qeydkirin û wê werin guhdarkirin.
Şinyar behsa bûyerê kiriye û ev hatiye qeydkirin.”