Li Efrînê Çeteyan 5 welatî ji gundên bi ser navçeya Mabata revandin

Çeteyên dewleta Tirk 5 welatîyên din ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin.

Li gorî Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan dîsa weke her carê bi hincetên berê 5 welatî revandine.

Navên kesên revandin,

Ehmed Mihemed Mistefa yê 50 salî,

Ebdo Bekir Elî yê 55 salî,

Sebrî Mistefa Şaşo yê 60 salî ji gundê Dargirê,

Ferîd Arif Kûsa yê ji gundê Gemrûkê û

Menan Mistefa Axa yê 70 salî ye.

Kesên hatine revandin heta niha aqubeta wan ne diyar e.

Di meha Gulanê de çeteyan 16 welatî revandine

Her wiha du kesên ji malbatên ku li Efrînê hatibûn bicihkirin û beriya çend rojan hatibûn revandin, piştî ku her yekî 2500 dolar dabûn çeteyan ew berdan.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê di meha Gulanê de çeteyan 16 welatî ji Efrînê revandine.

Back to top button