Şêniyên Hecînê şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê îro 5 şehîdên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê di Sibata 2018’an de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê şervanên QSD’ê yên şehîd Cemal Abdull Ezîz, Lorans El- Şecîf, Amir El-Ibêd, Hemûd El-Henzal û Emaş El-Elî bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi beşdariya malabtên şehîdan, fermandarên leşkerî û Meclisa Gel û hevserokên wê, li bajaroka Hecîn hat li dar xist.

Di Merasîma de rêveberê nivîsgeha şehîdan a Meclisa Dêrazorê ya Leşkerî, Şemlan El-Mixlêf axivî û diyar kir ku şehîd ji bo parastina û rizgarkirina axa xwe canê xwe feda dikin û Ew ê her tim ji bo gelên azadîxwaz bibin ronahî.

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm vêxistin.

Back to top button