Artêşa Tirk gundê Um Elcelûd ê Minbicê topbaran kir

Bi armanca dagirkirina herêmê êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. Dagirkeran îro gundê Um Celûd yê li Başûrê Rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî diyar kir ku artêşa Tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran gundê Um-Celûd yê Minbicê topbaran kirin.

Duh di seatên şevê de jî, artêşa Tirk a dagirker gundên Meyase û Zirnahîte yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Hemwextî van êrîşan, dewleta Tirk duh li 2 baregehên xwe yên li nêzî rêya M4 radar danîn.

Back to top button