Li Sûrî hejmara qurbanên erdhejê gihişt 6 hezar û 396 kesan

Kêlî bi kêlî hejmara qurbanên erdhejê zêdetir dibe.
Sûriya ku bi erdhejê bandor bû gelek zirar gihîşt.
Li Sûrî hejmara qurbanan gihîşt 6 hezar û 396 kesî.
Dibe ku bîlanço girantir bibe.

Ev zêdetirî 10 sal in gelê Sûriyeyê bi kuştin, koçberî, guhertina demografiyayê, îşkence û binçavkirinê re rû bi rû ye.

Bi ser de, di berbanga roja duşemê (6`ê Sibatê) de, tam saet di 04:17`an de rewş xirabtir bû.

Wê rojê, karesateke xwezayê rû da û li dû xwe zêdetirî 6 hezar qurbanî hişt.

Bi hezaran malbat bê cih, li ser rêyan û di nava serma û seqemê de mane.

Di ser karesata erdhejê re 14 roj derbas bû..

Felaketeke mezin e!

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, li gor çavdêriya mafên mirovan a Sûrî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 6 hezar û 396` kesan.

Çavdêriyê da zanîn ku ji wan 2 hezar û 196 ji herêmên hikûmeta Şamê û 4 hezar û 200 kes ji herêmên dagirkirî ne.

Tîmên lêgerînê jî bi hemû derfetên xwe li herêmên hilweşiyayî hewl didin kesên asê derxînin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî bi sedan avahî bi ser xwediyên wê ve ketin .

Navçeya Cindirêsiyê ya Efrînê mînakê vê yekê radixe ber çavan ..

Dewleta qirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê bigihêjin wir.

Lewma hejmaran qurbaniyan zêdetir bû.

Pêwîstiya mexdûrên erdhejê yên li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî heye.

Lê ruxmî wê jî, hîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk li ser xirabî û hovîtiyê di pêşbirkê de ne.

Û siyasetê tevlî nava dosya Mirovî dikin..

Back to top button