Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan cihê xwe di hemû pêngavên têkbirina komên çeteyan de girt û heya kêliya dawî ji jiyana xwe têkoşîn kir. Femandar Jiyan Tolhildan têkildarî rol û misyona jinê di qada leşkerî û rola YPJ’ê di afrandina azadiyê de digot: ” Bedel çi dibe bila bibe em ê azadiyê misoger bikin. Yên ku herî zêde bedelê wê didin jî YPJ’ê ye”.
Fermandar û jinên pêşeng ên ku li şûna cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kirine û mirovahî ji teror û tarîtiyê xilas kirin, li pêş çavên hêzên navneteweyî bi balafirên dewleta Tirk a dagirker tên hedefgirtin.
Yek ji wan jinên pêşeng Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan e.
Di 30’ê Nîsana îsal de YPJ’ê 3’emîn konferansa xwe li darxist.
Fermandar Jiyan derbarê konferans û salvegera YPJ’ê tevlî bernameya Jin Aktûyel a televezyona me bû û nirxandinên girîng kiribû û ev yek anîbû ziman:
Jinan di şoreşa Rojava rêya, têkoşîn û azadiyê hilbijartin û barê pêşengtiyê dan ser milê xwe.
Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan: Bedel çi dibe bila bibe em ê azadiyê bi dest bixin
Fermandar Jiyan azadiyê mîna lêgerina herî pîroz û bi bedel bi nav dikir û digot:
“Bedel çi bibe bila bibe, em azadiyê bi dest bixin. Yên herî zêde ked u bedel bidin u didin jin in.
Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan: YPJ’ê heta dawî bi têkoşîna xwe gel ji DAIŞ’ê parast
Fermandara QSD’ê û YPJ’ê diyar kir ku bi tîmên pispor yên YPJ’ê çalakiyên cur be cur li dijî her cure êrişan û çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin.
Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan: Rizgarkirina herêmên dagirkirî deynek li ser milên YPJ’ê ye
Fermandar Jiyan Tolhildan rizgarkirina herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî jinan weke deynekê li ser milên YPJ’ê nirxandibû.



