Rêveberiya Xweser: Divê koalisyona navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Rêveberiya Xweser êrişa dewleta Tirk a li dijî 3 fermandarên jin ên QSD’ê û YPJ’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Rêveberiya Xweser diyar kir dewleta eşkere piştgiriya terorê dike û kesên ku pêşengî ji şerê li dijî DAIŞ’ê kirine, wan dike hedef. Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî û hêzên koalisyonê kir ku bi erkên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ’ê û terorê de rabe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişên dewleta Tirk û şehîdxistina 3 fermandarên jin ên QSD’ê û YPJ’ê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser hevkariya QSD’ê û koalisyonê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û got: ” Di demekê de ku civaka navneteweyî pesnê têkoşîna QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li Sûriyê dide, em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker şerê xwe li dijî gel û hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne..

Ji bêdengiya navneteweyî û hin helwestên şermok sûd werdigirin.

Bi taybetî piştî ku hemû armancên dewleta Tirk bi ser neketin, mîna ku bi eşkere dibêje yan ez ê piştgiriya terorê bikim an jî ez ê şerê hêzên ku şerê terorê dikin, bikim. ”

Rêveberiya Xweser herwiha diyar kir ku piştî civîna Tehranê, dagirkeriyê êrişeke xayîn bi rêya dronê li dijî fermandara Yekîneyên Antî-Terorê Jiyan Tolhildan û hevalên wê pêk anî û ew şehîd xistin û got: “Şehîd Jiyan û hevrêyên wê Roj û Barîn li gel Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst kirine.

Ji bo wê jî em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li hember aliyên şerê li dijî DAIŞ’ê asteng dikin bi berpirsyariyên xwe rabin..

Her wiha em bang li civaka navneteweyî, dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û helwestên xwe yên li dijî êrişan zelal bikin..”

Back to top button