QSD’ê idîayên dibêjin hêzên wan êrişî mêtîngeha ‘Kiwêt Rehmê’ a li Efrînê kirine derewand

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyniyekê idîayên ragihandina alîgirê dewleta Tirk a dagirker ku dibêjin hêzên QSD’ê êrişî mêtîngeha ‘Kiwêt Rehmê’ a li Efrîna dagirkirî kirine, derewand û derbarê êrişê de banga vekirina lêpirsînê kir.

Navenda Ragihandinê a QSD’ê idîayên medyaya alîgirê dewleta Tirk a ku dibêjin hêzên wan êrişî mêtîngeha ‘Kiwêt Rehmê’ a li Efrîna dagirkirî kirine derewand.

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: ” Em derbarê agahiyên ku behsa kuştina sivîlekî di êrişa li ser mêtingeha Kiwêt Rehmê dikin û ku hin dezgehên çapameniyê yên alîgirê dewleta Tirk, bêyî tu delîlan ku hêzên me pê tewanbar dikin, matmayî ne”

QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande li ser van xalan:

  • Em kirinên bi vî rengî yên li dijî herêmên sivîlan şermezar dikin.
  • Tawanbariyên nehatine belgekirin û bêyî lêpirsîn hatine kirin, niyeta nixumandina sûcdarên rastîn piştrast dike û ew jî wek topbaranê sûc e.
  • Topbaran hemwextî topbarana Tirkiyê ji baregehên xwe yên li Meryemîn û Ezazê yên dagirkirî pêk hat.

Êdî her kes bi siyasetên qirêj yên MÎT`ê di derxistina sûcan, derewan û tawanbarkirinê, dizane.

  • Di heman rojê de dewleta Tirk li dijî malbateke li gundê Micêbira yê bakur- rojhilatê Til Temirê komkujî pêk anî, ku di encamê de sivîlek şehîd bû û 4 kes birîndar bûn.

QSD’ê derbarê idîayên êrişa li ser mêtîngeha ‘Kiwêt Rehmê’ banga vekirina lêpirsînê kir

– Dewleta Tirk xwedî dîrokeke bi komkujiyên li dijî sivîlên li Sûriyê û Iraqê dagirtî ye. Herî dawî jî komkujiyali Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê bû ku 9 sivîl tê de hatin kuştin.

– Di 15 rojên destpêkê yên meha Tîrmehê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 950 êrişên bi moşekan û bi balafirên bêmirov li dijî herêmên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn.

-Yekane aliyê ku ji kuştina Sûriyan û şerê navxweyî sûd digire, dewleta Tirk e.

– Hemû çalakiyên ku hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne di çarçoveya mafê parastina rewa de ne.

-Divê lêpirsîneke serbixwe der barê topbarana dawîn û hemû sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin de bê vekirin.

Back to top button