Partiya Yekitiya Demokratîk PYD duh ango di 24`ê Tîrmehê de li navenda xwe ya giştî ya li bajarê Qamişlo bi Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê re peymanek îmze kir.
Peyman ji aliyê hevserokê PYD`ê Salih Muslim û koordînatorê giştî yê Tevgera Şoreşger a Sûriyê Xeyas Neyîse ve hate îmzekirin.
PYD`ê diyar kir ku peyman ji bo peydakirina mekanîzmaya karên hevbeş û sekinandina li hember astengiyên hevbeş, hatiye îmzekirin..
Her wiha di lihevkirinê de li ser bingeha armancên hevbeş ên mafên gelê herêmê mîsoger bike, her wiha li ser têkoşîna demokratîk, civakî û kar û xebatê bi hêzên demokratîk û çepgir re hatiye teqezkirin.
Koordînatorê giştî yê Tevgera Şoreşger a Sûriyê Xeyas Neyîse jî teqez kiriye ku hîna hêzeke demokratîk ku berpirsyariya rewşa Sûriyê rake û berjewendiyên gelê Sûriyê li hemû herêman bigre heye..